Ciwanên Şengalê ji bo salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an meşiyan

Bi boneya salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî meşek li Şengalê lidarxistin. Meş ji Geliyê Kersê destpêkir û heya çerxerêya navenda bajaroka Sinûnê dom kir. Ciwanan di meşê de posterên Şehîdên fermanê û pankartên “Em fermanê ji bîr nakin” û “Bimre xîyanet” hildan.

Back to top button