KCK: Divê gel, hêzên sîyasî û rewşenbîrên Kurd li dijî gavên şer yên PDK’ê bikevin tevgerê

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîla diyar kir di vê dema ku gerîla li dijî vê êrîşên dagirkerîyê li ber xwe dide, dorpêça hêzên gerîla ji hêla PDK’ê ve, tê wateya ku artêşa Tirk rehet bike, destekê bide tevgera dagirker û tê wateya ku PDK li dijî gerîla şer dide destpêkirin.
KCK bang li gelê Kurd, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû hêzên siyasî yên Kurd kir ku li dijî gavên şer yên PDK’ê bikevin nava tevgerê û bi berpirsyarîya xwe rabin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di destpêka daxuyaniyê de bibîr xist ku 100 roj in dewleta Tirk li Qadên Parastinê yên Medyayê tevgera dagirkeriyê daye destpêkirin û diyar kir, gerîla jî li dijî êrîşan bi vîneke dîrokî li ber xwe dide.

KCK’ê da zanîn, di vê dema ku gerîla li dijî vê êrîşa dagirkeriyê li ber xwe dide, dorpêçkirina gerîla ji hêla PDK’ê ve, tê wateya ku artêşa Tirk rehet bike û destekê bide pêkhatina tevgera dagirker û wiha got,

“Ev gavên wiha ku, gelê Kurd li dijî wê ye, tê wateya ku PDK li dijî gerîla şer dide destpêkirin.

Heke PDK’ê gerîla mijûl nekiriba û neketiba nava helwestên wiha ku gerîla asteng dike, dewleta Tirk weke operasyonên berîya niha wê li dijî gerîla bişikesta û vekişiya.”

KCK’ê destnîşan kir hêzên leşkerî yên PDK’ê 29’ê Tîrmehê ji bo ku têkiliya hêzên Zap û Avaşînê ji hev qut bike, li qada Çemço tegera leşkerî daye destpêkirin.

KCK’ê da zanîn, tevgera li ser qadên gerîla ku tê maneya bikeve şerekî eşkere û yekîneyeke gerîla hatiye dorpêçkirin û wiha dewam kir,

“Agahî heye ku êrîş çûye ser vê yekîneya gerîla, hin jê şehîd kirine, yên din jî bi birîndarî êsîr ketine.

Ev êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla nîşan dide ku, desteka didin dewleta Tirk veguherînin şerekî eşkere.

Ev gavên wiha wê tesîreke pir xirab li ser pêşeroja Kurdan bike. Hêviya me ew e ku PDK dest ji gavên xeter berde.”

KCK’ê bal kişande li ser gotinên PDK’ê yên ku dibêje PKK hikumeta başûr nas nake û statuya wan dixe xeteriyê de jî wiha got,

“Her kes dizane ku yê destpêkê li hemberî êrîşên li ser Başûr mudaxele dike û ji bo parastina destketiyan fedakariyên mezin nîşan daye PKK û gerîla ye.

Di serî de yê herî baş dizane ku dewleta Tirk êrîşî destketiyên Kurdan dike, gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî ne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li PDK’ê kir ku, ji helwestên ku wê werin wateya şer dûr bisekine û hêzên xwe yên leşkerî ji dora gerîla vekişînin.

Her wiha bang li gelê Kurd, rewşenbîran, nivîskaran, hunermendan û hemû hêzên siyasî yên Kurd jî kir, ku li dijî gavên şer yên PDK’ê bikevin nava tevgerê û bi berpirsyarîya xwe rabin.

Back to top button