KCK: Divê Kurd li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê têkoşînê mezin bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşa nijadperest ya ku li bajarê Konya yê Tirkiyê ku li dijî malbateke Kurd pêk hat û di encamê de ji malbatê 7 kes hatin qetilkirin diyar kir divê Kurd li her derê li dijî desthilata faşîst a AKP/MHP’ê têkoşînê mezin bikin.KCK’ê got, “Divê nebin berxê ber kêrê. Divê xwerêxistinkirin û xweparastin ji bo hemû Kurdan bibe têkoşîna hebûnê.” 

Duh li bajarê Konya yê Tirkîyê li dijî malbateke Kurd êrîşeke nijadperest pêk hat û di encamê de ji malbatê 7 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir dijminahî û êrîşên desthilata AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasîyê sala 2021’ê zêdetir bûne û da zanîn di encama vê yekê de li her derê êrîşên li ser gelê Kurd û yên ku deng dane HDP’ê zêdetir bûne.

KCK’ê destnîşan kir berpiryarên van êrîşan Erdogan û Bahçelî ne û wiha got,

“Di encama polîtîkayên desthilta faşîst a AKP/MHP’ê de li Konayayê malbatek Kurd û hemû ferdê wê hatin qetilkirin û mal dane ber agir û xwestine cenazeyan jî bişewitînin. Ev komkujiya hovan e, ji ber ku malbat Kurd e, hatiye kirin. Ji bo Kurdan dibêjin; an hûnê dev ji nasnameya xwe berdin, an jî aqûbeta we wê mirin be. Redkirina nasnameya Kurd van komkujiyan derdixîne holê.”

KCK’ê destnîşan kir li Tirkîyê pîvana demokrasîyê li dijî van êrîşan xwedî derketina li Kurdan e û diyar kir divê hemû hêzên demokrasîyê û gelên Tirkiyê li dijî desthilata faşîst ku berpirsê komkujîyê ye helwestê nîşan bidin û got,

“Bi deh hezaran mirov divê derkevin derve û bibêjin, em hemû Kurd in.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku divê Kurd li dijî êrîşan li her deverê xwe bi rêxistin bikin û wiha bi dawî kir,

“Divê nebin berxê ber kêrê. Li her deverê li dijî tifaqa faşîst a qirker a AKP-MHP’ê têkoşîn bê mezin kirin. Gelê Kurd bi têkoşîna bi dehan salan û bi bîreweriya xwe dikare vê bike. Rêxistinî û xweparastin bûye têkoşîna hebûna gelê Kurd.”

Back to top button