Li Konyayê, ji heman malbatê 4 jê jin 7 Kurd bi destê nîjadperestên Tirk hatin kuştin

Faşîzma AKP’ê ya ku dibîne deshilata wê roj bi roj têk diçe, careke din xwe li benê geşkirina hestê nîjadperestiyê badaye.

Malbata kurd ku berê li Konyayê bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabû, bi êrîşeke din re jî rû bi rû ma.

Lê vê carê 4 jê jin ji heman malbatê 7 kes hatin kuştin. Parêzerê malbata hat kuştin êriş bi nîjadperestî binav kir û got, Êrişkaran cesaret ji bêcezatiyê girtiye.

Bûyera nîjadperestiya Gulanê li dijî malbata Dedeogullari ya li Konya careke din dubare bû.

Li navçeya Meram a Konyayê li hemberî malbata kurd êrîşeke nîjadperest pêk hat.

Hat ragihandin malbata Dedeogûllari, cardin bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû maye.

Di êrişê de ji malbata Dedeogûllari 4 jê jin 7 kes hatin kuştin.

Navê kesîn ji malbata Dedeogullari hatin kuştin jî wiha ne.

Yaşar, Bariş, Serpîl, Serap, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeoglû ne.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşê xanî hatiye şewitandin û îtfaiyeyê agir tefandiye.

Ev bûyer 12 Gulanê jî li Taxa Bahçeşehîr a navçeya Meram a Konyayê pêk hatibû.

Wê demê komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbatê Dedeogûllari ku ji Qersê ne.

Wê demê êrişkaran gotibûn:

“Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn” û bi kevir, kêr û daran êrîş biribûn ser wan.

Têkildarî êrîşê de 5 kes hatibûn girtin, lê bi hinceta “delîl kêm in” hatibûn berdan.

Parêzer Karabulut: Êrişkaran cesaret ji bêcezatiyê girt

Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê malbata kurd ku li Konyayê hat kuştin, diyar kir ku êriş nîjadî ye.

Karabûlût, got:

“Cesaret ji bêcezatiyê girtin.

Malbat 3 saet berê li cem min bû.

Min derbarê lêpirsînê de ew serwext kiribûn.

Dibêjin kesên nenas, lê ev êrîş girêdayî êrîşa berê ye.”

Piştî bûyerê, di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê komkujiyê de hat destêkirin de 10 kes hatin binçavkirin.

AKP ketiye ber berovajîkirina rastiya bûyera li Konyayê

Tevî êrişa berbiçav ya nîjadperestî, wezîrê Karê Hundirîn yê Tirkiyê Soleyman Soylu û pêşengên AKP’ê ketin ber berovajîkirina bûyerê.

AKP dixwaze bûyerê weke aloziya navbera malbatan de diyar bike.

Lê balkêşe ku doh Serokê Mafya û Zelamê dewleta kur ya Tirkiyê Sedat Peker, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku, li dijî HDP’ê sorkirinek nîjadî pêk tê.

Peker li ser hewildanên AKP’ê yên şewata heyî ku weke bi destê HDP’ê tên kirin jî ev pirs kiribû:

Gotina HDP’yî şewatê derdixin, ji derveyî sorkirina gel a li dijî HDP’ê bi kêrî çi tê?

IHD û TIHV şandeyê dişîne Meramê

Her wiha Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Aliyan diyar kirin ku ew ê bi şandeyeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye avakirin re, biçin navçeya Meram a Konyayê û bûyerê li cihê wê lêkolîn bikin.

Back to top button