Sancar: Deshilat ji komkujiya li Konya berpirsyare

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku êrîşa nîjadperest a li Konyayê komkujiyek hov e ye û bi sorkirina deshilatê pêk hatiye. Mixalîfên Tirkiye jî xwestin bûyer bê zelalkirin. Parlamentorya Ewropa jî balkişand li ser xemsariya Polîs, dozger û hakimên li herêmê.

Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doh, têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê ya li hemberî malbateke kurd li Navenda Giştî bi “koda lezgîn” civînek li dar xist.

Dema civîna Desteya Rêvebir a Navendî didomiya, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar civînek çapemeniyê li dar xist.

Mîthat Sancar, destnîşan kir ku deshilat demeke dirêj e di ser HDP’ê re kurdan dike hedef û zimanekî nefretê bi kar tîne.

“Deshilat daxuyaniyên wisa dide ku zemîna polîtîkayên komkujiyê amade dike. Tê bîra me hemûyan, demeke berê şirîkê biçûk ê deshilatê daxuyaniyek dabû. Wê çaxê jî me ew hişyar kiribûn. Ev ziman, ev feraset, ev polîtîka li Tirkiyê jiyana hevpar bi jehrê dixe, jiyana hevpar dînamît dike.”

HDP’ê bang li Mixalîfan kir ku li Konya bin

Mîthat Sancar, bilêv kir ku ev mesele tenê ne têkildarî êrîşên li ser HDP’ê ye, ev kampanya xwedî kokne kûr in:

“HDP’ê dikin hedef, lê di ser HDP’ê re li hemberî gelê kurd polîtîkayeke komkujiyê ya sîstematîk pêk tînin. Çend roj berê li Afyon, Enqere û Konyayê êrîşên nîjadperest ên bi heman rengî çêbûn. Ji lewre em baş dizanin berpirsiyarê sereke yên van êrîşan deshilate.”

Sancar bang li mixalîfê kir ku li dijî vê êrîşa hov hemû li Konyayê bin.

CHP ji bo şopandina komkujiyê wê li Konya be

Li ser baga HDP’ê bersiva herî bilez ji Partiya Gel a Komarê CHP’ê hat.

CHP’ê ragihand ku ji bo berfireh lêpirsîna li ser mijarê wê şandeyek wan li Konayayê be.

CHP: Ev êriş raste rast faşîzme

Partiyên mixalîf jî li ser mijarê helwesta xwe nîşan dan û ev yek weke êrişeke nîjadî binav kirin.

“Kuştina cîranê xwe li kîjan pirtûkê hatiye nivîsandin? Ev raste rast faşîzme. Lenet li wan be yên ku welat anîn vê rewşê.”

Partiya Gelecek: Nabe tovê nakokiyê li nava civaka me bê çandin

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî li ser mijarê bi rêya vîdeo peyamek weşand û wiha got:

“Em ê rê nedin kesên ku hewl didin neteweya me bi tovên nakokiyê parçe bikin û cîranan dikin dijmin.”

Partiya Deva: Divê xemsariya heyî bi baldarî û zelalî werin lêkolînkirin

Serokê Partiya DEVA Elî Babacan jî bi van gotinan helwesta xwe nîşan da.

“Pêwîste xemsariya dadwerî û rêveberiyê bi baldarî bêne lêkolandin û zelalkirin. Ez ji dil bawer dikim ku em ê bigihîjin Tirkiyeyek ji her cûre şîdetê dur, ku bi hev re û di nav aştiyê de bijîn.”

Parlamentoya Ewropa: Ev êriş nayê pejirandin

Parlamentoya Ewropa jî li hember bûyerê bêdeng nema.

“Dibe ku cara yekem li dijî êrişeke dijminane rê were girtin. Lê careke din êrişkirin û li dijî heman malbata Kurd li heman cihî ger pêşî li kuştina wan ne hatiye girtin, ev yek binketinek ya polîs, dozger, dadgehê nayê efûkirin.”

Back to top button