NY banga derketinê li hêzên biyanî yên li Lîbyayê kir

Asoya çareseriya aloziya Lîbyayîban bi qedera çete û hêzên biyanî yên li welat ve girêdayî maye. Çete û hêzên biyanî di her hewildaneke ji bo paşerojek ewle ya li welat astengiyan derdixin. NY careke din balkişand li ser vê yekê û bang derketina wan dubare kir.

NY diyar kir ku ev çekdar û hêzên biyanî li pêşiya asoya çareseriyê dibin asteng û ji qada navnetewî daxwaza piştevaniya ji bo derketina van hêzan kir.

Di demeke ku li Lîbya, amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartina 24 Kanûnê ya li welat tê kirin de, careke din metirsiya hebûna çete û leşkerên biyanî yên li welat derketiye pêş.

Koma Xebata derbarê Bikaranîna Leşkerên bi Pere ya NY li ser mijarê daxuyaniyek niviskî weşand.

Pisporên NY hişyarî dan ku çeteyên ji Rûsya, Sûriye, Sûdan û Çadê hatine perwerdekirin dikare bandorek neyînî li ewlehî û aramiya welatên din ên herêmê bike.

Pisporan teqez kirin ku kirêdar û lîstikvanên ku bi kirêdarên li Lîbyayê re têkildar in pêwiste tavilê welat biterikînin.

Her wiha veguhastina çek û alavên leşkerî ji bo Lîbyayê tavilê were rawestadin.

Pisporan destnîşan kirin ku derketina çeteyan a ji welat pir dereng ketiye.

Pisporan bi bîr xist ku derketina wan ji bo hilbijartinên “aştiyane” yên ku îsal hatine plan kirin şertek bingehîn e.

Her weha teqez kirin ku divê sûcên ku ji hêla kirêkaran, aktorên bi kirêdar û peymankarên taybet ve têne kirin, hesab were pirsîn.

NY: Çekdar û hêzên biyanî li pêşiya pêşketinê dibin asteng

Pisporan diyar kirin ku tevî derbasbûna 9 mehan ji biryara derketina çete û hêzên biyanî, lê heta niha ev yek pêk nehatiye.

Ev yek ji dibe sedema ku asteniya li pêşiya derketina ewlehî û pêvajoya aştiyê ya li welat.

Nexasim di demeke ku hilbijartinên li welat nêz bûne.

NY careke din bang li qada naventewî kir ku di vê mijarê de piştevaniyeke berbiçav ya wan bikin.

Pisporên NY balkişandin li ser lihevkirina navbera endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya ku wê 24’ê Kanûnê pêk were û wiha gotin:

Ger li gorî hatî plankirin 24’ê Kanûnê hilbijartinek pêk were, pêwiste ev pêvajo ji bo Lîbyayîyan di nava ewlekarî û parastinê pêk were de pêwiste ev hêzên biyanî derbikevin. Ji ber, ev hêz li pêşiya vê yekê dibin asteng.

Back to top button