Efxanistan..Çekdarên Talîbanê êrişên xwe yên li ser navendên parêzgehan zêde kir

Li sînorê Îranê şerê navbera Talîban û hikumeta Efxanistanê de dijwar bûye. Talîbanê êdî êrişên xwe yên li ser navendên parêzgehan zêde kiriye.

Di êrişa li ser parêzgeha Xerat de, parêzvanek yê li ber navenda Mîsyona Alîkariya Efxanistanê ya NY jiyana xwe ji dest da. Li parêzgehên Qendehar, Helamend û Taharê jî şerê dijwar rûdidin.

Li Efxanistana piştî 20 salan, li cihê bidawîbûnê şer gurtir bûye.

Ji 407 navçeyan, zêdeyî 150 di destê Talîbanê de ne.

Di nava rojên dawiyê de, Talîbanê êrişên xwe yên li ser navendên parêzgehan zêde kiriye.

Di nava 24 saetên derbasbûyî de, li rojavayê welat şer dijwar bûye.

Li sînorê başûrê Helmand û Qendehar yên parêzgeha Xerat û bakurê Parêzgeha Taharê Talîbanê êrişên xwe dijwar kiriye.

Berpirsên ewlekariya Xerat ragihandin ku şer li nêzî Balefirgeha Navnetewî ya Xerat dijwar bûye.

Ji ber şerê heyî, ev 2 rojin balefir rawestiyane.

Talîbanê êrişî navendek NY ya li Xerat kir

Berpirsên ewlekariyê diyar kirin ku di şerê rûdayî de, gelek çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 5 hêzên ewlekariyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Şevê din çekdarên talîbanê navenda Mîsyona Alîkariya Efxanistanê ya NY (UNAMA) kirin armnac.

Di encama ketina hewanek li navenda Mîsyonê de, parêzvanek Efxan jiyana xwe ji dest da.

Li parêzgehên Qendehar, Helmand û Taharê şer didome

Hikumeta Efxan jî diyar kir ku piraniya herêmên parêzgeha Helmand di bin kontrola Talîbanê de ne.

Li Qendeharê jî di nava 24 saetên derbasbûyî de şerke dijwar nabera Talîban û hêzên ewlekariyê de rûda.

Rayedarên tenduristiyê yên Qandaharê gotin, di encamê de 30 kes birîndar bûne.

Walîtiya Taharê jî ragihand ku çekdaran êrîşî navenda parêzgehê kirin û ziyanên mezin dan.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku wan karîne êrişên çekdarên Talîbanê yên li ser herêmê têk bibin.

Back to top button