NY li ser zêdebûna asta birçîbûna li cîhanê hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî der barê xeteriyên bilindbûna rêjeya birçîbûnê di sê mehên pêş de li herêmên cuda yên cîhanê, hişyarî da.

Rêxistina Xwarin û Çandiniyê û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, têkildarî birçîbûnê li herêmên şer ên cîhanê raporek weşand.

Di raporê de, rewşa birçîbûnê di navbera meha Tebaxê û Mijdarê de, hate nirxandin.

Bi taybet li herêma Tîgray ya Etyopyayê, Yemen, başûrê Sûdanê, Madagaşqar û bakurê Nîjeryayê.

Di raporê de herêma Tîgray a Etyopyayê di rêza yekemîn de ye.

Di raporê de hate diyarkirin ku dibe hejimara kesên ku bi birçîbûn û mirinê re rû bi rû ne bigihêje 401 hezar kesî.

Li başûrê Madagaşqarê, ku di 40 salên dawîn de rastî pêla ziwabûnê ya herî xirab hat û bandor li çandiniyên bingehîn kir û bihayên xwarinê bilind kir.

Tê texmînkirin ku bi hatina meha Îlonê re 140 hezar kes dê bi pirsgirêka nebûna xwarinê re rû bi rû bin.

Ger ku ew alîkarî yekser wernegirin, zêdetirî 41 milyon kes li seranserî cîhanê di bin xetereya birçîbûnê de ne.

Back to top button