Gerîlayan li Dêrsimê li dagirkeran xistin

Li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.
HPG’ê diyar kir gerîlayan li Dêrsim û Heftenînê li dagirkeran xist û di encamê de 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li bakur û başûr bi çalakiyên bi bandor derban li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyanîyeke nivîskî weşand.

HPG’ê da zanîn gerîla li bajarê Dêrsimê li artêşa Tirk ya dagirker xist û ev agahî parve kir;

“30’ê Tîrmehê wesayîteke ya artêşa Tirk ya ji navçeya Xozat a Dersimê ber bi qereqola Amûtka ve diçû bû hedefa hêzên me. Di ketina qerqolê de ji nêzîk ve li wesayîtê hate xistin. Di vê çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hate cezakirin. Ji ber êrîşên helîkopter û bikaranîna çekên giran, şewata li Derekoyê derketî hê jî didome.”

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de jî li herêma Heftenînê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xisitin.

Hat diyar kirin 30’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li ser Girê Koxê Mele Yehya ya devera Keşan çalakiyeke sekvaniyê hate kirin û di encamê de dagirkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 28, 29 û 30’yê Tîrmehê herêmên Zap, Garê, Avaşîn û Xakurkê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Back to top button