Bi salvegera Fermana 73’an a 3’ê Tebaxê li Şengalê meşek hat lidarxistin

Bi salvegera Fermana 73’an a 3’ê Tebaxa 2014’an meşek li Şengalê hat lidarxistin.
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir jî bang kir ku ev roj weke roja bîranîna hemû qurbaniyên jenosîdên Êzidî di qanûna Desteya Parêzgeha Silêmaniyê de were bicihkirin.
Meclîsa Medyaya Dijîtal ya Kurdistanê jî bang li civaka navnetewî kir ku Komkujiya Êzidiyan nas bike, her wiha statuya Şengalê ya xweser were pejirandin.

Bi boneya salvegera Fermana 73’an a 3’ê Tebaxa 2014’an Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî meşek li Şengalê li dar xist.

Meş ji Geliyê Kersê destpêkir û heya çerxerêya navenda bajaroka Sinûnê dom kir.

Ciwanan di meşê de wêneyên Şehîdên fermanê û pankartên “Em fermanê ji bîr nakin” û “Bimre xîyanet” hildan.

Parêzgerê Silêmaniyê bang kir ku 5 deqe tevger were sekinandin

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji bo bîranîna qurbaniyên Şengalê bang li xelkê Silêmaniyê û hikûmetê kir ku di roja 3’yê Tebaxê de, saet 10:00’an 5 deqeyan liv û tevgera xwe bide sekinandin.

Heval Ebubekir di peyama xwe de bang li Desteya Parêzgeha Silêmaniyê kir ku vê rojê weke roja bîranîna hemû qurbaniyên jenosîdên Êzidî, di yasaya Desteya Parêzgeha Silêmaniyê de bicih bike.

Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê: Bila civaka navnetewî komkujiya Êzidiyan nas bike

Li aliyeke din jî, Meclisa Medyaya Sanal ya Kurdistanê bi boneya salvegera Fermana 73’an a 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da.

Meclîsê bang li civaka navnetewî kir ku komkujiya ser Êzidiyan nas bike, her wiha statuya Şengalê ya xweser were pejirandin.

Back to top button