Îsraîl ji binavbûna keştiya petrolê Îran tewambar kir

Li nêzî Uman êrîşê tankereke petrolê hat kirin. Di êrîşê de parêzvanek ewlehiyî yê Brîtanî û karmendek Romanî hatin kuştin.

Tê texmînkirin ku keştî ji aliyê droneke bi çek ve hatiye armanckirin.

Tankera berhemên neftê ya Mercer Street a ku tê gotin girêdayî milyarderê Îsraîlî Eyal Ofer re, doh li dijî wê êrişek pêk hatibû.

Tanker ji aliyê şirketa Brîtanî Zodiac Maritime ve dihat xebitandin.

Şirketa Ambrey ya erkê parastina keştiyê dikir, bê ku agahiyên berfireh parve bike kuştina kesekî ragihand.

Îsraîlê yekser ji êrişê Îran berpirsyar dît û bi şêwazekî tund soza bersivdayînê da.

Berpirsekî Amerîkî, di daxuyaniyên xwe yên ji bo ajansa AP de, diyar kir ku ew bawer dikin, di êrişê de SIHA yek ji bo yekcarî hatiye bikaranîn.

Back to top button