Erebîstana Siûdî piştevaniya serokomarê Tûnis Seîd kir

Piştevaniya ji bo Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd ne tenê li hindirê welat li derve jî zêde bûye. Erebîstana Siûdî ragihand ku ji bo ewlehî û parastina Tûnisê ew piştevaniya xwe ya bi Seîd re piştrast dikin. Di vê navberê de piştî Serokomar biryara destnedanê ya parlamenteran rakir, 2 parlamenter hatin binçavkirin.

Li Tûnisê ji 25’ê Tîrmehê ve, hewildanek zêde ya ji bo dawî anîna neli rê-tiyên li welat heye.

Piştî destgirtin erkên partiya El Nehda ya Ixwana mislimîn di nava meclis û rêveberiya welat de, keyfxweşiyek zêde li gel Tûnisiyan çêbûye.

Ev piştevanî ji welatên derve jî didome.

Herî dawî doh Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Mîr Feysel Bîn Ferhan El Suud, bi Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd re civiya.

Di civînê de, tevî rewşa dawî ya li welat, derbarê tenduristî û aboriya li welat de jî biyarên ku hatine girtin, hat nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de, Mîr Feysel teqez kir ku Erebistana Siûdî rêzê li karûbarên navxweyî yê Tûnisê digire û piştgiriya Siûdiyê ji bo ewlehî û aramiya li welat dubare kir.

Feysel di heman demê de baweriya xwe di dabînkirina bextewariya gelên Tûnisî de jî anî ziman.

Seîd: Kesên dibêjin destûra bingehîn hatiye binpêkirin nerast dibêjin

Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd têkildarî kesên ku biryara 25’ê Tîrmehê weke “darbe” binav dike, ji rojnameya New York Times re axivî.

Seîd ji bo kesên ku vê yekê dibêjin jî ew bi “derewker” binav kir.

Li Tûnisê 2 parlamenter hatin binçavkirin

Di vê navberê de piştî Serokomar biryara destnedanê ya parlamenteran rakir, binçavkirina despêkê jî pêk hatin.

Parlamenterê serbixwe Yasîn El Iyarî û parlamenterê Koalîsyona Şeref Mahîr Zeyd hatin binçavkirin.

Back to top button