Libnan..Awn: Artêş hîna jî misogeriya herî pêbawer a aramî û yekîtiya netewî ye

Di demeke ku krîza aborî û siyasî li Libnanê di asta herî jor de ye, Serokomarê welat Micehl Awn got, Hîna jî li welat artêş misogeriya herî pêbawer a aramî û yekîtiya neteweyî ye.

Michel Awn têkildarî 1’ê Tebax roja netewî ya artêşê peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand.

Avn bang li Libnaniyan kir ku li dora artêşê bibin yek û yekîtiya neteweyî biparêzin.

Serokomarê Libnanê got:

“Artêş hîna jî misogeriya herî pêbawer a aramî û yekîtiya neteweyî ya Libnanê ye.”

Libnan ya ji ber cudabûna ol û mezheban ji 1975-1990’an ve di nava krîza herî mezin de ye.

Teqîna 4’ê Tebaxa 2020’an li bendera paytext Berûtê rûdayî jî bû sedema krîza heyî kûrtir bibe.

Ji wê demê heta niha di avakirina hikumeta welat de, alozî derdikeve.

Piştî Serokwezîr Hesan Diyab 10 Tebaxa 2020’an istifa kir, heta niha hikumeta welat ne hatiye avakirin.

Herî dawî serokomar Awn 26 Tîrmehê ji bo avakirina hikumeta nû bawerî bi serokwezîrê berê Necîb Mikatî da.

Ya tê xuyakirin jî diyare ku li pêşiya Mitakî jî rojên zehmet heye.

Back to top button