Kongreya Star Komkujiya li Konyayê şermezar kir

Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi daxuyanên cuda êrîşa nijadperest a li ser malbata Kurd ya li Konyayê şermezar kir.
Bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd, bi berpirsiyariyên xwe rabin.

Li dijî Komkujiya Konyayê ku di encamê wê de 7 kes ji malbatê hatin kuştin, sazî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerzazîbûnên xwe nîşan dinin.

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û diyar kir armanca dewleta tirk ji van siyasetên qirêj têkbirina destkeftiyên ku bi saya berxwedana gelên herêmê hatine bidestxistin .

Kongreya Star bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku li hemberî siyasetên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk ji bêdengiya xwe derkevin.

Kongreya Star bang li gelê kurd kir ku dakevin qadan û li dijî siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk û alîgirên wê li ser gelê Kurd dimeşîne, dengê xwe bilind bikin.

PYD: Ji ber zimanê Erdogan yê nijadperest êrîşên dijî Kurdan zêde dibin

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokatîk (PYD) jî têkildarî êrişa li dijî malbata Kurd li Konyayê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

PYD`ê diyar kir ku ji ber zimanê Erdogan yê nijadperest li dijî Kurdan, êrîşên nijadperest li Tirkiyê zêde dibin.

PYD`ê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî kir ku li hemberî kiryarên rejîma Tirk yên dijberî gelan û bi taybetî dijberî gelê Kurd, bi berpirsiyariyên xwe rabin.

PYD`ê tekez kir ku ew ê li dijî hewldanên faşîsta Tirk a qirkirina Kurdan û koçberkirina wan bi darê zorê, di berxwedana xwe de îsrar bikin.

Back to top button