Konferansa 2. a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê

Di roja duyemîn a Konferansa 2’emîn a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de, rêyên çareseriyê, pêşniyar û plansazî tên gotûbêjkirin.

Konferansa 2. a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi diruşma’ “Bi yekitiya Jinan em ê şoreş û demokrasiyê pêk bînin” di roja duyemîn de li paytexta Libnanê Beyrûdê didome.

Duh di panela yekemîn de behsa aloziyên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û bandora wê ya li jinan hate kirin.

Her wiha şevê din jî behsa ezmûn, destkeftî û têkoşîna jinên herêmê hate kirin.

Nûnerên ji her welatek û bi navê rêxistinan an jî akademisyenên beşdarbûne têkildarî rewşa jinan û ezmûnên wan agahdarî û nirxandin kirin.

Panêla ku ji aliyê Dr. Rebeh Faris ve hate birêvebirin, îşaret bi xebatên jinan a li Lîbyayê hate kirin û hat gotin pirsgirêka jinên Lîbî ya hevpar welatê wan e.

Dr. Silwî Qeyqa ya Tunisî jî têkildarî xebat û têkoşîna jinan a li welat pêşkêşiyek kir û behsa têkoşîna jinan li hemberî zewaca pirjinî kir.

Dr. Silwî balkişand ser destkeftiyên jinan di qada qanûnî de û got têkoşîna wan a bi berdewamî, encamên baş bixwere tîne.

Her wiha li ser navê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî Asya Abdullah axivî û da zanîn jinên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji bo parastina rûmeta jinê xwe fedakirin.

Jinan ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, azadîxwaz, bihevre di heman çeperê de têdikoşin.

Asya Abdullah destnîşan kir ku li herêmê jin bingeha sîstema xwerêveberiyê ava dikin, Ji sedî 40’ê karkeran jin in, sedî 70’yê qada perwerde û tendûristiyê jin pêktînin.

Li gel vê, Nêvîn Ubêd ku ji Misrê ye diyar kir ku heya malbat neyê guhertin, ti guhertineke din ne gengaz e.

konferansa ku dewam dike, beşdar li ser sê koman hatin dabeşkirin, derbarê sedem, astengî û rêya çareseriya pirgirêkan, dibin sê sernavên cuda de nîqaş dikin.

Komxebatek dibin sernavê, “Astengiyên di qada siyasî û qanûnî de li pêşiya jinan”, komxebateke din dibin sernavê, “Hevsengîkirina di navbera herêmê û navnetewî de” û komxebata sêyemîn jî bi navê, “Esasên pêkanîna hevpeymaniya navbera jinan de, armanc û riwangeh”

Piştî nîqaşên her sê koman bi dawî bû, wê encama ku jê hatiye derxitin weke rapor pêşkêşî konferansê bikin û li ser wê bê nîqaş kirin.

Li gorî bernemayê wê îro konferans bi girtina biryaran û derxistina plansaziyê bi dawî bibe.

Back to top button