ADIL EBDULMEHDÎ: ÎRAQ WÊ NEBE MEYDANA ŞERÊ ÎRAN Û AMERÎKAYÊ

Serokewzîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir ku biryara Amerîkayê ya derbarê Supay Pasdarên Îranê de daye dê aramiya li herêmê têk bide.

Amerîka roja duşemê bi awayeke fermî Supay Pasdarên Îranê ku weke artêşa wî welatî tê qebûlkirin, xist lîsteya terorê.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî derbarê mijarê de bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo Amerîka Supay Pasdarên Îranê nexe lîsteya terorê wan gelek hewl dane dane û got:

Birastî jî me gelek hewlda vê biryara Amerîkayê bidin sekinandin.

Me Washington agahdar kir ku wê bandoreke neyînî ya vê biryarê li ser Iraqê û herêmê çêbibe.

Ebdulmehdî li ser peywendiyên Iraq bi Tehran û Washingtonê re jî wiha da zanîn:

Emê hewl bidin peywendiyên yên baş bi Tehran û Washingtonê re hebe.

Me ji herdu aliyan re jî gotiye emê xwe ji şerê di navbera wan de pêktên dûr bigirin.

Ji ber em naxwazin Iraq bibe meydana şerê wan.

Leave a Reply

Back to top button