Cîhan Mihemed: Dewleta Tirk sûcên şer li dijî hemû pêkhateyan pêk tîne

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Cîhan Mihemed diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi êrîş û qutkirina ava stasyona Elok û ava çemê Firatê sûcên xwe yên dermirovî didomîne.

Cihan Mihemed li dijî van sûcan bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemîne û zextê li dewleta Tirk bike da ku van kiriyaran sûcên şer rawestîne.

Sûcên dewlet Tirk a dagirker li hermber gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj zêdetir dibe.

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Cîhan Mihemed li dijî sûcên dewleta Tirk ku li herêmê pêktîne axivî.

Cîhan Mihemed balkişand li ser polîtîkayên dewleta tirk ên qutkirina avê û got:

” Dewleta Tirk bi hemû rêbazên qirêj hewl dide dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê rewa bike.

Yek ji wan rêbazên qirêj ku pê şerê hemê pêkhateyên Sûriyê dike, qutkirina ava stayona Elok û ava çemê Firatê ye.

Ew rêbaz ne rêbazekî exlaqî û mirovî ye ku li himber pêkhateyan pêk tîne.”

”Civaka navneteweyî li ku ye?

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD’ê sûcên dewleta Tirk şermezar kir û wiha pê çû:

“Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne û zextê li Erdogan bike ku van sûc û siyasetên bêexlaqî yên dagirkeriya Tirk rawestîne; û zextê li wî bike ku destê xwe ji bo aştiyê veke, ji ber ku em ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ji bo aştiyê amade ye.”

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Cîhan Mihemed bi bîr xist terorîst ew kesên ku bêyî nirxên exlaqê, mirovahiyê, rêzdariya ji baweriya îslamê re di ber çavan re derbas bikin, avê qut dikin û gorên şehîdan dikolin.

Back to top button