SEDEMA NE AVAKIRINA HIKÛMETÊ PDK Û GORAN E

PDK û YNK’ê piştî gelek civînan ji bo pêkanîna hikumetê lihevkirin.
Lê ev lihevkirin jî heya niha jî bê encame.
Seedî Ehmed Pîre jî dibêje sedama ne îmze kirine, pirsgirêk di navbera PDK û Goran de ye.

3’ê Nîsana 2019’an de piştî gelek civînan ji bo pêkanîna hikumeta Başûrê kurdistanê PDK û YNK’ê lihevkirin.

Lê ev lihevkirin jî tenê di gotinê de maye..

6 roj bi ser lihevkirinê re deraz bûye, hîn jî PDK û YNK’ê peyma lihevkirinê îmze nekirine.

Endamê Polîtbûroya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê Seedî Ehmed Pîre derbarê mijarê de axivî û got;

Sedemê îmze nekirina lihevkirina dinavbera me û PDK’ê de, peywendiya xwe bi me ve nîne.

Pirsgirêk dinavbera Tevgera Goran û PDK’ê de ye.

Tê îdiakirin ku ji ber PDK’ê erkê cîgirê serokê herêmê yê ji bo kar û barê leşkerî daye YNK’ê, Tevgera Goran nerazîbûn nîşan bide.

Ji ber vê PDK’ê îmzekirina lihevkirina bi YNK’ê re rawestandiye.

Leave a Reply

Back to top button