Ebdurehman Silêman: Hêzên derve dosya girtin û darizandina DAIŞiyan cidî nagrin dest

Têkildarî rewşa DAIŞ’iyên di kampa Holê de, Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Ebdurehman Silêman da xuyakirin ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê di kampê de heman şêwazê DAIŞ’ê dimeşînin. Ebdurehman Silêman bang li civaka navdewletî kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î vegerînin û destekê bidin Rêveberiya Xweser.

Di girtîgehên Rêveberiya Xweser de zêdetirî 12 hezar çete hene, derdora 2 hezaran ji welatên Ewropa û Asyayê ne û bi hezaran malbatên wan jî ku piranî zarok in, di kampa Holê de heman şêwazê DAIŞ’ê dimeşînin.

Tevî bangên domdar ên Rêveberiya Xweser ji welatên ku welatiyên wan di nava girtiyên DAIŞ’ê de hene da ku wan werbigrin û darezînin, tu bersiv nayê dayîn.

Der barê mijarê Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Ebdurehman Silêman ji ajansa Hawarê re axivî.

Ebdurehman Silêman diyar kir ku Rêveberiya Xweser di civîna Koalîsyona Navneteweyî ya 3’yê Hezîranê de, bang li hewû welatan kir da ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î vegerînin, lê civaka navneteweyî cidî nêzî vê rewşê nabe û bersivê nadin.

Silêman ev tişt anî ziman:

“Hin hewldanên çareserkirina dosyaya DAIŞ’ê ji aliyê civaka navneteweyî de hene lê ev hewldan ne li gorî asta krîza ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têde dijî.”

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve hişyarî da ku jinên DAIŞ’î bi zarokên 15 û 16 salî re dizewicin da ku nesilê DAIŞ’ê zêde bikin û wiha berdewam kir:

“DAIŞ di aliyê leşkerî de li ser erdê bi dawî bûye, lê xwe di nava kampan de bi rêxistin dike, heger çareseriyeke cidî neyê dîtin dê xebatên di vî warî dê vala biçin.”

Ebdurehman got ku tevî hemû Oparasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD’ê re jî, sûcên qetilkirin û êrişan di nava kampê de dewam dike.

Ebdurehman Silêman da xuyakirin ku tevahî dewletên Ewropayê hewldanên di derbarê dosyaya DAIŞ’ê de şerm dibînin.

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Ebdurehman Silêman bang li dewletan kir da ku erka xwe li hemberî welatiyên xwe bi cih bînin û di çareserkirina vê pirsgirêkê de ji rêveberiyê re bibin destek.

Back to top button