Hêzên dijî terorê li Dêra Zorê 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Di encama operasyona Hêzên Dij Terorê de li Dêra Zorê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ragihand ku li gundê El-Ezbe yê rojhilatê Dêrazorê operasyonek li dar xistin.

Hat diyar kirin di encama vê oparistonê de 4 endamên şaneyên DAIŞ’ê tevlî çek û alavên wan ku li gund û bajarokên Dêrazorê bûyerên kuştinê pêk anîbûn, hatin girtin.

Hat gotin meha borî jî li ser rêya bajarokê El-Bisêra ku çûn û hatina şêniyan lê zêde ye, rextekî bombebarkirî beriya ku biteqe, hate bê bandor kirin.

Back to top button