YPG’ê îdiaên dewleta Tirk yên şehîdxistina 3 şervanan derewand

YPG’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên derbarê şehîdxistina 3 şervanan derewand.

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk îdia kiribû ku li herêmên dagirkirî 3 şervanên YPG`ê hatine şehîdxistin.

Têkildarî mijarê Yekîniyên Parastina Gel YPG’ê li ser malpera xwe ya Tiwîterê daxuyaniyek da û ev îdîa derewand.

YPG’ê da zanîn Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk di çarçoveya şerê taybet de belavkirina nûçeyên derew berdewam dike.

YPG’ê diyar kir ku li herêma navborî ti tevgera hêzên wan tune ye û ev nûçe dûrî rastiyê ye.

Back to top button