Li 40 welatan bi milyonan donim herêm şewitîn

Di demeke ku cîhan di wextê xwe yê herî germ de ye, şewata heyî jî rewşê zehmetir dike.
Li seranserê cîhanê şewatên heyî, jiyan xistiye nava metirsiyê.
Li zêdeyî 40 welatên cîhanê bi milyonan donim erd bûye xwelî.
Dîmenên ku NASA ji peykê weşandî jî, şewata ji Afrîka Bigre heta Ewropa û Asya bi awayekî herî şînber xuya dike.
Her li seranserê cîhanê têkoşîna ji bo vemirandina şewatan jî didome.

Di dawiya meha Tîrmehê û heta niha şewatên li cîhanê zehmetiyên jiyanê zêde kiriye.

Gelek welat bi şewatên wisan re rûbirû mane ku di dîroka xwe de kêm car dîtine.

Ajansa Hewayî û Fezayê ya Amerîka (NASA) nexşeya peykê ya şewata daristanan ku cîhan hejand, parve kir.

Tenê di nava 7 rojên dawiyê li gorî nexşeyê li zêdeyî 40 welatên cîhanê têkoşînek zêde ya ji bo vemirandina şewatan heye.

Li Ewropa jî welatên herî zêde para xwe ji şewatê girtîn Îtalya, Yûnanîstan û Spanya hene.

Li dehan welatên din yên cîhanê jî têkoşîna bi şewatên heyî re didome.

Li Ewropa bi hezaran hektar daristan şewitî

Li Yûnanîstan ya ku pileya germahiyê ji 40’î derbas kiriye, bi hezaran hektar şewitiye.

Li gelek cihan jî şênî ji bo cihên bi ewle têne veguhestin.

Serokwezîrê Yûnan Kyriakos Miçotakis, ragihand ku tenê di nava 24 saetên derbasbûyî de, 50 bûyerên şewatê rûdane.

Dibe ku di nava dema pêş de ev dane zêde jî bibe.

Li herêma Katalonya ya Spanya hezar û 200 hektar erd şewitî.

Li Îtalya jî herêmeke bi qasî 20 hezar hektar bû xwelî.

Herêmên başûrê Balkanan jî pêl bi pêl dişewite.

Sibîrya nekarî rê li şewatê bigre û herêmek ji 1.5 milyon hektar şewitî

Ne tenê li herêmên ku rewşa hewayê germ bûye şewat heye.

Li Sibîrya ya Rûsya ku bi sarbûna xwe tê naskirin jî bi hefteyane şewata daristanan didome.

Heta niha zêdeyî 1.5 milyon hektar erd şewitiye.

Li Kalîforniya 200 donim erd şewitî

Ev der jî Kalîforniya ye.

Li vir jî şewata Dixie ya eyaleta Kalîforniya ya DYA dayî ber xwe bi hefteyane dewam dike.

Heta niha herêmeke bi qasî 200 hezar donim erde şewitiye.

Li Kanada bajarek ji sedî 90 şewitî

Li Kanada jî rewş hemane.

Kanada ku di meha Hezîranê de germahiya herî zêde lê hatî dîtin bûbû sedema mirina nêzî hezar kesî.

Lê tevî ziyanên canî, ji sedî 90 bajarekî Kanada şewitî.

Şewata li Amazonê li herêmeke 926 kîlometre belav bûye

Li daristanên Amazonên Brazîlya jî şewata heyî metisiyek zêde daye avakirin.

Heta niha herêmeke bi qasî 926 kîlometre şewitiye.

Şewata li Libnanê li herêmeke 11 kîlometre belav bûye

Libnan a ku dixwaze rê li pêşiya belavbûna şewatê bigre jî heta niha nekariye biser bikeve.

Şewata li welat heta niha li herêmekî bi qasî 11 kîlometre belav bûye û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button