HPG: Li herêma Metîna leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin

Di çarçoveya pêngavan de çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.
HPG’ê ragihand di encama çalakîya gerîlayên YJA Starê de li qada Zendûra ya herêma Metînayê leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yê Kurdistanê bi rojane bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî berxwedana gerîlayan windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniya niviskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“31’ê Tîrmehê hêzên me yên YJA Starê li qada Zendûra li dijî dagirkerên li ser Girê Azad çalakiyeke suîkastê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.”

Hat diyar kirin 29’ê Tîrmehê kûçikek ku artêşa Tirk a dagirker kamera pê ve girêdabû û xwestibû bişîne tûnelên şer hate bêbandorkirin.

HPG’ê destnîşan kir 30 û 31’ê Tîrmehê tûnelên şer ên li qadên Werxelê û Girê Sor yên Avaşînê bi teqemeniyan hatin bombebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 31’ê Tîrmehê qada Stûna ya herêma Avaşînê û qadên Girê Şehîd Simko û Çemço yên herêma Zapê bi helîkopter û hawanan hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrîşan ti ziyan bi hêzên gerîla nebûye.

Back to top button