Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk berpirsê êrîşa Konyayê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûrî û Nûrî Mehmûd êrîşa nîjadperest ya li dijî malbata Kurd ya li Konya şermezar kirin.
Bang li raya giştî ya navnetewî hat kirin ku li dijî sîyaseta nijadperest ya dewleta Tirk bê deng nemînin.

Beriya 2 rojan li dijî malbatek Kurd li Konyaya Tirkiyê êrîşeke nîjadperestên hat kirin.

Di encama êrîşê de nîjadperestên Tirk ji heman malbatê 4 jê jin 7 kes qetilkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûrî bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir.

Rêveberîyê dewleta Tirk weke berpirsê vê sûcî dît û da zanîn ku ev êrîş binpêkirina hemû nirxên mirovahiyê û qirkirina etnîkî ye.

Rêveberiya Xweser bang li saziyên hiqûqî, mirovî û yên navneteweyî kir ku berpirsyarîyên xwe bi cîh bînin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd sersaxî ji malbatê re xwest

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî derbarê mijarê de li ser hesabêx xwe yê twitterê daxuyanîyek da û sersaxî ji gelê Kurd û malbata Kurd re xwest.

Nûrî Mehmûd anî ziman ku ev êrîş qirkirina gelê Kurd e û bang li cîhanê kir ku li hember kirinên Erdogan bê helwest nemînin.

Back to top button