Nûnertiya Rêveberiya Xweser bang li PDK’ kir ku endamê wan serbest berde

Nûnertîya Rêverberiya Xweser a li başûrê Kurdistanê bang li PDK’ê kir ku endamê wan yê ku revandiye demildest serbest berde.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser di derbarê ne azadkirina endamê wan Cîhad Hesen ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, daxuayaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ,ev bang hat kirin:

“49 roj berî niha, nûnerê rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û du endamên peywendiyên derve yên PYD’ê bê sûc û sedem ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Berî niha 3 rojan du endamên PYD’ê serbest hatin berdan, lê bêyî tu sedemek bidin nîşan endamê nûnertiyê Cîhad Hesen dibin çavan de hiştin.

Em weke Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistanê, ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikin ku sedemên ne azadkirina hevalê me Cîhad Hesen ronî bikin û demlidest serbest berdin.”

Back to top button