Konfaransa 2. a Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa bi encamnameyê dawî bû

Konfaransa 2’emîn a Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ku du rojan dewam kir, duh bi encamnameyê dawî bû. Biryar hate girtin ku hevpeymaniya jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa were avakirin.

Konferansa 2. a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku ji 5 rûniştin û 3 werşeyên kar pêk hat, tê de dozên jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, rola wan a di aloziyan û şerên ku pê re rû bi rû man, hatin nîqaşkirin.

Di roja duyemîn a konfaransê de, gelek xalên girin ên têkoşîna jinan hevpar bike û li hemberî êrîşên ser jinan tên kirin bisekinin hatin nîqaşkirin.

Encamên ku ji nîqaşên her sê komên jinan derketî, bi hev re û bi raya giştî re hate parkirin.

Piştî nirxandin bi dawî bûn, senevizyonek der barê têkoşîna jinan de hate nîşandan.

Li gel vê jî peyama Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê jî hat xwendin.

YPJ’ê di peyama xwe de diyar kir ku pêwîste têkoşîna jinan yekgirtîbe, da ku bikarin bi hevsengiyekê li dijî zilmê, gef û tunditujiya li beramberî jinê bi sekinin.

Paşê jî kurtefilmek li ser rola jinê di şoreşa Rojava de pê ve girêdayî têkoşîna jinên Kobanê û Efrînê li beramberî êrîşên dagirkeriyê dayî hat nîşandan.

Di panela ji aliyê Hevseroka Kongraya Natewî ya Kurdistanê KNK’ê Zeyneb Murad li gel çalakvana siyasî û parêzvana mafê mirovan a Sudanê Nîmet Kokû ve hatî rêvebirin de pêşniyar û pilanên kar ên dema pêş hatin nîqaşkirin.

Biryarên ku hatine girtin jî wiha ne:

Avakirina platformeke jinan a bi navê hevpeymaniya Jinan a Herêmî li ser asta Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ku nêrîneke jinan a stratejîk a giştî esas digire û xwe dispêre bingeha mafên mirovan û armanca wê avakirina civakekê li ser bingeha azadî, demokrasî, wekheviya rastîn, edaleta civakî û rûmeta mirovî ye.

Seknandina li hemberî hemû cûreyên dagirkeriyê, qirkirina jinan, encamên wan ên bazirganiya mirovan, koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografîk, kuştinên siyasî, belavbûna nexwendewariyê, xizanî, bêkarî, paşguhkirin û dûrxistin.

Têkoşîna li dijî hişmendiya mêran a desthilatdar, bi hemû amûr û dezgehên wê û encamên wê yên li ser rewşa jinan, wekî: mîrata çandî, urf û adet û dûrxistina jinan ji navendên biryargirtinê.

Berfirehkirina têkiliyan û naskirina çandên cuda.

Bîranîna jinên sembol ên niştimanî.

Avakirina peywendiyan di navbera hêzên herêmî û cîhanî de û sûdwergirtina ji tecrûbeyên têkoşînê.

Avakirina komîteyeke jinan a herêmî, di nav de nûnerên di asta niştimamî de ku bi diyarkirina nêrîn, armanc û stratejiya xebatê û çêkirina nexşereyê rê ve têkildar in, di nav 6 mehan de.

Ev komîte wê biryarên Duyemîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, pêk bîne.

Di dawiyê de encamnameya Konfaransê hat xwendin û biryarên hatine girtin bi raya giştî re parkirin.

Back to top button