Mehrîcana govendên gelerî bi dawî bû

Mihrîcana 5. a govendên gelerî ya bi diruşma “Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e” di roja sêyemîn de bi xelatkirina komên govendê yên serkeftî bi dawî bû.

29’ê Tîrmehê, bi dirûşma “Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e” Mîhrîcana Govendê ya şehîd Ronahî Bawer li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûrî hate li dar xistin.

16 komên Govendê ji Şehba heta Dêrikê û herêmên rizgarkirî tevlî mihricane bûn.

Piştî ku tevahî komên govendên gelerî bi çanda her herêmekê tê naskirin pêşkêş kirin, mîhrîcan bi dawî bû.

Di roja sêyemîn a mîhrîcanê Koma “Şehîdên Qereçoxê, govenda herêma Koçerata-Koma Zelal a Hîlala Zêrîn ya bajarê Rimêlan, govenda herêma Amedê- Koma Reqa a Emel-Koma Ş.Ronahî Bawer a Dirbêsiyê, folklora herêma Dîlokê a Bakurê Kurdistanê” govend gerandin.

Paşê tevahî komên di sê rojan de govend pêşkêş kirine, ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatin nirxandin.

Mehrîcan bi xelakirinê bi dawî bû.

Koma Şehîdên Qereçoxê xelata yekemîn, Koma Ş.Welat xelata dûyemîn her wiha Koma Ş.Sînan a Kobanê xelata sêyemîn girtin û 13 spasname li komên din hatin belavkirin.

Back to top button