Partîyên Kurd: Desthilata dewleta Tirk berpirsyarê komkujîya li Konyayê ye

Partîyên Tifaqa Kurdistanî yên bakurê Kurdistanê derbarê komkujîya li Konyayê a li dijî Kurdan diyar kir desthilata Erdogan berpirsyarê vê komkujîyê ye.
Tevgera Azadî ya li başûrê Kurdistanê jî destnîşan kir ev êrîş li dijî hemû Kurdan e.

Li çar alîyê Kurdistanê nerazîbûn û çalakîyên li dijî êrîşên nijadperest yên li ser Kurdan zêde dibin.

Partîyên Tifaqa Kurdistanî, derbarê êrişa nijadperest a li bajarê Konyayê yê Tirkiyê ku pek hat û di encamê de ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin, li Amedê daxuyanîyek da.

Nûnerên partiyên Kurdan ên di tifaqê de cih digirin beşdarî civînê bûn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev êriş encama polîtîkayên desthilatdariyê ne û desthilat berpirsê vê komkujîyê ye.

Aydenîz da zanîn Kurdan heya roja îro li dijî êrişan bi paşve gav ne avêtine û got, “Emê bi rihê yekitiyê li dijî van êrişan derkevin.”

Paşê daxuyanîya hevpar ya Partîyên Tifaqa Kurdistanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ev komkujî bi mehan bû li ber çavan bû lê desthilatê ji bo pêşîgirtinê tiştek nekir û wiha hat gotin,

“Bi van êrîşan, ji Kurdan re tê gotin; “Ger hun bixwazin li bajarên Tirkiyê bijîn; divê hun wek Kurd neyên xûyakirin! Bi Kurdî neaxivin. Nasnameya xwe ya Kurdîtiyê jibîr bike! An na çi bê serê te tu yê bibîne.”

Di daxuyaniyê de hat gotin desthilata Tirk berpirsyarê van êrîşan e û bang li hêzên demokrasîyê yên Tirkiyê, sazî û rêxistinan hat kirin ku li hember êrîşên nijadperest helwestê nîşan bidin.

Di dawiyê de hat diyar kirin li hember êrîşên nîjadperest ewê li cem gelê Kurd bin.

Tevgera Azadî: Êrîşa li Konyayê li dijî hemû Kurdan e

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) derbarê komkujiya li Konyayê de daxuyaniyek weşand.

Tevgera Azadî ragihand ku nijadperestiya li Tirkiyê, hêzê ji nijadperestiya desthilata AKP-MHP’ê digre.

Hat gotin, “Ya ku li hemberî malbata Kurd a li bajarê Konyayê hatî kirin encama dijmintiya desthilata Erdoxan û Bahçelî ya dijî Kurdan e. Ev êriş ne tenê li ser malbatekê, di heman demê li ser hemû Kurdan e.”

Back to top button