Civîna salan e ya Meclisên Leşkerî yên QSD’ê li Hesekê pêk hat

Civîna salane ya QSD’ê bi tevlîbûna hemû meclîsên wê yên leşkerî li bajarê Hesekê hat li dar xistin.
Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî û bal kişande li ser sûcên ku dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî pêktîne û got ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ewê xebatên xwe zêde bikin.
Ebdî da zanîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew alîgirê danûstandinên bi hikumeta Şamê re ne.

Îro li bajarê Hesekê civîna salane ya Meclisên Leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê hat lidarxistin.

Civîn bi slogana “Hêzên Sûriya Demokratîk misogeriya destkeftiyên şoreşê û rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina wan e” pêk hat.

Fermandariya QSD’ê, meclisên leşkerî li herêmê, şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî û rayedarên Rêveberiya Xweser tevlê civînê bûn.

Mezlûm Ebdî: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî emê xebatên xwe zêde bikin

Di civînê de Fermandarê Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî, balkişande bal kişande ser sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî pêktînin.

Mazlûm Ebdî pêwîstiya pêşxistina QSD`ê anî ziman û diyar kir ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ewê xebatên xwe zêde bikin.

Ebdî li ser xeteriya DAIŞ’ê jî û got,

“Divê cîhan û hevkarên me yên navneteweyî piştgiriya ku didin me bidomînin da ku em rê li êrişên li dijî herêmê bigirin.”

Fermandarê QSD’ê soz da ku ew ê koçberan vegerînin warên wan.

Her wiha careke din dubare kir ku QSD’ê amade ye bi hemû aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê çareser bibe re diyalogê bike.

Paul t.Calvert: Em ê hevkariya xwe ya bi QSD’ê re dewam bikin

Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş-Operasyona Ezim El-Selib general Paul t.Calvert jî axivî spasiya QSD’ê ji bo têkbirina DAIŞ’ê kir.

Pol Tî Kalfêrt

General Pault t.Calvert teqez kir ku ew ê hevkariya xwe ya bi QSD’ê re heta têkçûna DAIŞ’ê berdewam bikin.

Her wiha da xuyakirin ku ew hewl didin malbatên DAIŞ’î li welatên wan vegerînin.

El-Mihbaş: Ji bilî serkeftinê tu rê tune ye

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş jî berxwedana QSD’ê silav kir.

Ebid Hamid destnîşan kir ku şerê li dijî terorê dirêj e û ji bilî serkeftinê tu rê tune ye.

El-Mihbaş banga rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Hevseroka MSD’ê Emîna Omer: QSD hêviya me ye

Hevseroka MSD’ê Emîna Omer jî di civînê de axivî û diyar kir QSD hêviya gel û destnîşan kir ewe hêza nîştimanî ye û xwedî li armancên Sûriyê derdikeve.

Back to top button