Jinên Êzidî panelek bi mijara ”Ferman” li dar xist

Jinên Êzidî yên ji Şengalê bi nêzîkbûna salvegera êrîşê panelek bi navê “Ferman” li dar xist. Di panelê de jinên ku bûn şahidên fermanê axivîn û diyar kirin ew ti carî fermanê ji bîr nakin.

Jinên Êzidî yên ji Şengalê ji bo fermanên hatine serê wan neyên jibîrkirin panelek bi navê “Ferman” li dar xist.

Panel bi pêşengiya berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî dest pê kir û behsa fermana 73’emîn kir.

Sabîha diyar kir ku 12 hezar pêşmerge ku li Şengalê bûn roja fermanê ji Şengalê reviyan.

Endama TAJÊ Kinê Xidir jî diyar kir ew ê ti carî vê fermanê ji bîr nekin û da zanîn ku li dijî êrîşên li ser wan ew ê li ber xwe bidin.

Mamosta Diya Şengalî jî soza xwe ya têkoşîna li dijî hêzên ku qirkirina Êzîdiyan pêk anîne dubare kir û got,

“Çawa ku me peymana 9’ê Cotmehê vala pûç kir, em ê komployên ku li ser me bên kirin pûç bikin.”

Endama Weqfa Koma Piştgiriyê ya Jinên Êzîdî Ferîde Sado jî dazanîn ku hîna jî 1117 jin di destê DAIŞ’ê de ne.

Back to top button