Artêşa Tirk gundê Meranaz ê Şerayê topbaran kir

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meranaz ê navçeya Şêra ya kantona Efrînê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dûh derngiya şevê gundê Meranaz ê navçeya Şêra ya kantona Efrînê topbaran kir.

Têkildarî ziyanan agahî ne-hatin bidestxistin.

Her weha dûh di seatên nîvro de dagirkeran gundê Hoşeriyê yê Minbicê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Qêratê yê bajarê Minbicê, gundê Hoşeriyê yê Minbicê bi hawanan topbaran kir.

Back to top button