Encamnameya Konferansa Jinan a 2’emîn hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakûr a 2’emîn hate eşkerekirin.

Di encamnameya Konfiransa Jinan de biriyarê ku hatin girtin ev in:

Avakirina tifaqa jinan a di asta Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur.

Qebûlkirina vîzyona jinan a stratejîk, azadiya ku xwe dispêre referansa gerdûnî ya ji bo mafên mirovan, edaleta civakî û rûmeta mirovan.

Tevlîbûna têkoşîna li dijî dagirkerî, bazirganiya mirovan, guherandina demografîk, zêdebûna nezanîna xwendin û nivîsandinê, bêkarî, hejarî û vederkirinê.

Têkoşîna li dijî feraseta mêran a otorîter.

Berfirehkirina têkiliyan û xebata ji bo naskirina çandên cihê.

Di navbera astên herêmî û global de avakirina hevsengê, avakirina torê û parvekirina tecrubeyên têkoşînê.

Back to top button