​​​​​​​Qeys Seîd: Rola kesên bi armancên siyasî bazirganî bi mirovan dikirin bi dawî bû

Serokê Tunisê Qeys Seîd diyar kir ku rola kesên bazirganî bi tenduristiya mirovan dikirin ku bigihînin armancên xwe yên siyasî bi dawî bû.

Qeys Seîd di dema gera xwe li kolana El-Hebîb Borqêbe ya li paytexta Tunisê ku li giliyên welatiyan guhdar dikir ev tişt anî ziman :

“Ez dev ji duristiyê bernadim, Ji ber ewlehiya mirovan erka min e.”

Seîd wiha domand:

“Bila tevahî cîhan bibe şahidê vê yekê.

Her wiha her kesê bazirganiyê bi tenduristiya mirovan dike cihî wî li Tunisê tune ye.

Divê Tunisî bi hev re berpirsiyariyê rakin.”

Hêjaye bi bîrxistinê Serokê Tunisê Qeyse Seîd hefteya borî xebatên parlamentoyê û hikumeta di bin serweriya tevgera El-Nehda ya îxwanî de cemidandin.

Back to top button