Rêxistina HDP`ê ya Stembolê hevdîtina gel lidar xist

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li Meydana Navçeya Esenyûrtê di çarçoveya kampanya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” hevdîtina gel li dar xist.

Bi hezaran kes beşdarî hevdîtinê bûn. Hevdîtin vegûherî mîtîngê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan balkişand li ser êrîşên li dijî kurdan û dazanîn ku êrîşa li ser kurdan, doza kobanê, girtina HDP’ê encamê tecrîdê ye. Dive tavilê tecrîda li Îmraliyê wer rakirin.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li Meydana Navçeya Esenyûrtê di çarçoveya kampanya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” hevdîtina gel li dar xist.

Tevî astengiyên polîsan bi hezaran kes beşdarî hevdîtinê bûn. Piştre hevdîtin vegûherî mîtîngê.

Beşdaran bê navber dirûşmeyên “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “Bê serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Kurdistan goristane ji bo faşîstan” berz kirin.

Pervîn Bûldan: Kes nikare HDP’ê bigre

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtingê de axivî û diyar kir ku îqtidar êdî rojan dijmêre û got:

“Bila werin vê meydanê bibînin.

Ev biryardariya we ya bi coş nîşaneya wê ye ku kes nikare HDP`ê bigre.

Heta hûn û em li ser pêya bin, wê ne Doza Kobanê, ne fezleke û ne jî doza girtina HDP’ê bi kêrî tu tiştekî neyê.

Em ji vir hezar silavên xwe ji girtiyên niha li dijî tecrîdê di gireva birçîbûnê de ne dişînin.”

Pervîn Bûldan: Iqtîdar ji bo çûyîna xwe rojan dijmêre

Perwîn Buldan di berdewama axaftina xwe de jî rewşa hikûmeta AK-MHP`ê anî ziman û da destnîşan kir ku desthilat bi xapandinê ketiye pey derdê xwe û wiha dom kir:

“Em carek din dibêjin ku desthilat ji bo çûyînê roj dijmêre. Em ê ji niha şûn ve di hilbijartina pêş de ji desthilata AKP-MHP’ê re dibêjin bay bay.”

Hevseroka Giştî ya HDP`ê Perwîn Bûldan di axaftina xwe de tecrîda li ser Rêber Ocalan jî bibîr xist û got ku li welat hikqûq û edalet nemaye û ev tişt anî ziman:

Pervîn Bûldan: Tecrîda li ser Ocalan îro li tevahî Tirkiyê belav bûye

“Welat bi tecrîdê tê birêvebirin. Tecrîda ku li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tê sepandin û dest pê kir, îro li tevahiya Tirkiyê belav bûye.

Em carek din dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Wezîreke Dadê ku li gorî yasayên xwe tevnagere heye. Em bang dikin ku tavilê tecrîd were rakirin. “

Back to top button