Mezlûm Ebdî: Em ê şerê li dijî DAIŞ’ê dewam bikin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku, şerê li dijî didome, lê ji bo tunekirina wê, pêwsît e desteka Rêveberiya Xweser bi her awayî bê kirin.

Her wekî Ebdî piştrast kir ku, rizgarkirina Efrrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û vegerandina xelkê resen ji wan re, armanca wan a sereke ye

Hîna DAIŞ xeteriya herî mezin li herêma me ye û weke geveke ji bo tevahiya Cîhanê ye.
Ji lewre em bi hevkarê xwe yê Koalîsyonê re, şerê li dijî DAIŞ’ê didomînin.
Lê belê, ez dixwazim piştrast bikim, di vê qonaxê de, rêbazê şer tenê têrê nake.
Pêwîst e, binesaziya têkçûyî, were avakirin û rewşa welatiyan a jiyanî baş bibe.

Mezlûm Ebdî: Desteka ji Rêveberiya Xweser re, rêya tunekirina DAIŞ’ê ye

Heta ku DAIŞ were tunekirin, divê desteka Rêveberiya xweser û projeyên wê yên rêveberî, xizmetguzarî û siyasî were kirin, û ev beşekî ji bernameya şerê li dijî DAIŞ’ê ye.

Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina herêmên dagirkirî ji armancên me yên serek ye

Derxistina dagirkeran û çeteyên wan ji herêmên me, û vegerandina xelkê wan ên resen ji Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî, ji armancên me yên sereke ne. Di vir de em biryara Amerîkayê ya xistina hin koma di lîsteya terorê de û sepandina cezayan li ser wan erênî dibînin.

Hîna çete û dewleta Tirk, binpêkirinên ewlehî li ser sînor pêk tînin.

Back to top button