KCK: Emê ji her demê zêdetir xwedî li Êzidiyan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku ew ê ji her demê zêdetir xwedî li Êzidiyan derkevin.
KCK’ê dazanîn ku ger civaka Êzidî xwe bi xwe biparasta ev komkujî wê nehatiba serê wan.Nebûna xwe rêveberî û xweparastinê ya Êzidiyan, bêmafiyeke herî mezin e.
KCK’ê bang li hemû mirovahiyê kir ku xwedî li Êzidiyan derkevin, rêveberî û xweseriya wê nas bikin.

Berî niha bi 7 salan 3’yê Tebaxa 2014’an DAÎŞ’ê êrîşeke qirkirinê bire ser Şengalê bi deh hezaran Êzidî kuştin, bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin û aqûbeta wan kesî hatine revandin hîn jî nayê zanîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî 7. salvegera Fermana Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da.

KCK’ê hemû şehîdên fermana 73. bibîranî, balkişand li ser rola PKK’ê di rizgarkirina civaka êzîdî de û got:

3’yê Tebaxa 2014’an DAÎŞ’ê qirkirina Êzidiyan pêk anî. Hêzên ku ji bo parastina Êzidiyan erkdarbûn, civaka me di nav lepê DAIŞ’ê de hiştin û wan neparastin.

Lê 12 gerîlayên azadiyê li ser esasê telîmatên Rêber APO ji bo parastina civaka êzîdî ber bi Şengalê ve ketin rê. Lê ji wî komî hinek gerîla ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin. Lê komek gerîlayên din di demek kin de xwe gîhandin Şengalê nûqteyên stratejîk girtin, pêşiya temamî qirkirina Êzidiyan girtin, heta ku li rojava YPG, YPJ hat nehiştin komkujiya şengalê biçe serî.

KCK’ê dazanîn ku PKK’ê bi destwerdana xwe ve rûmeta PDK’ê û Hikûmeta Iraqê parast.

KCK: Xwe rêvebirin û xwe parastin mafê rewa yê civaka Êzidî ye

KCK’ê balkişand li ser girîngiya xwe rêxistinkirin û xweparastina xweser a civaka Êzidî û wiha pêde çû:

“Fermana 73’an nîşan da ku xweparastin û xwerêveberiya Êzidiyan mafê herî bingehîne.

Ger civaka Êzidî xwe bi xwe biparasta ev komkujî wê nehatiba serê wan.

Nebûna xwe rêveberî û xweparastinê ya Êzidiyan, bêmafiyeke herî mezin e, ewilê bêwijdanî ye.

Ev êrîşa qirker û firotina bi hezaran jinên Êzidî ya li sûkên koleyan, hemû mirovahî kiriye deyndarê Êzidiyan.

Ev deyn jî bi nasîna xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan pêkan dibe.”

KCK: Emê tola jinên Êzidî bi gihandina xweseriya Şengalê ve bistînin

KCK’ê di dawî de sozda ku ewê li her temê zêdetir li civaka Êzîdî xwedî derkevin, ewê tolhildana jinên Êzidî li ser xeta azadiya jinê, bi gihandina xweseriya demokratîk a Şengalê bistînin.

KCK’ê bang li hemû mirovahiyê kir ku xwedî li Êzidiyan derkevin, rêveberî û xweseriya wê nas bikin.

Back to top button