KNK’ê şehîdên komkujiya Êzidiyan bi bîr anî

Konseya Rêveber a KNK’ê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîan û daxwaz ji civka kurd kir ku ji komkujiyên ku bi ser wan re tên, ders bigirin û yekîtiya xwe avabikin. Tevgera civaka Demuqratîk-TEV-DEM û PYD’ê jî bêdengiya navneteweyî der barê komkujiya ku li dijî civaka Êzidî pêk hatiye, rexne kir û bang li gelê Kurd kir ku li hember planên qirkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk û hêzên sîxur ve têne kirin asta têkoşînê bilind bikin.

3’ê Tebaxa 2014′ an hêzên navdewletî herêmî, hin noker bi destên çeteyên DAIŞ”ê li dijî civka Êzidî komkujiyek pêk anîn. 7 sal li ser vê komkujiyê re derbas bû.

Konseya Rêveber a KNK’ê Têkildarî 7. salvegera Fermana Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da.

KNK hemû şehîdên fermana 73. bibîranî,û soza şopandina riya wan da .

Di Daxuyaniya KNK’ê de wiha hat gotin :

“Şengal, warê qedîm yê xelkê me yê Êzidî ye. Ev warê pîroz di encama planekek giştî û hedefa DAÎŞ’ê.

Lê bi destwerdana Gerîla û YPG-YPJ û zarokên êzdîxanê ve Şengal ji çeteyan hate paqijkirin.

Li gel ku Şengal îro ji DAÎŞ’ê hatiye paqij kirin û hejmarek mezin xelkê me yê Êzidî li cih û warê xwe yê bab û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3ê Tebaxa 2014ê di giyanê wan da dewam dike.

Tekane dermankirina vê birînê yekîtiya gelê kurd e.

Em wek KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê civaka me yê Êzidî hatiye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurdan.

TEV-DEM : Kesên ku ev komkujî pêk anîn divê bê cezakirin

Tevgera Civaka Demuqratîk jî bi boneya heman rojê daxuyanî da.

TEV-DEM’ê got :

” Dewleta Tirk a şovenîst di serî de bi rêya planên rêxistinkirî û bi destekdayîna aliyên herêmî û navneteweyî xwestin ku çanda wan a dîrokî ya resen li pêşiya çavên civaka navneteweyî û di serî de NY`yê, tune bikin.”

TEV-DEM’ê bang li Bexdayê û PDK”ê kir ku li hember komkujiya civka êzîdî berpirsiyariya xwe bînin cih û vîna vê civakê nasbikin.”

PYD: Divê civaka me li hember planên qirkirê têkoşîna xwe hîn bilintir bike

Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD ) ê jî şehîdên komkujiyê bibîranî bêdengiya navneteweyî der barê komkujiya ku li dijî civaka Êzidî pêk hatiye, rexne kir û bang li gelê Kurd kir ku li hember planên qirkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk û hêzên sîxur ve têne kirin asta têkoşînê bilind bikin.

KONGRA-GEL: Pêwîst e pejirandina statuya Şengalê ji NY’ê bê daxwazkirin

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL jî bi boneya salvegera 7’an a êrîşên qirkirinê ser civaka Êzidî daxuyaniyek da.

KONGRA-GEL diyar kir ku heta komkujiya Şengalê neyê pejirandin û statuya Şingalê bi fermî neyê pejirandin wê xeterî ser Şengalê hebe.

KONGRA-GEL destnîşan kir ku pêwîst e tevahî rêxistin û saziyên Kurdistanêli destkeftiyên Şengalê xwedî derkevin û pejirandina komkûjî û statuya gelê Şingalê ji NY’ê daxwaz bikin.

Back to top button