XEZEBA ZEYTÛNÊ: 2 ÇETEYÊN DAGIRKER LI EFRÎNÊ HATIN KUŞTIN

Çalakiyên li dijî Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê zêdetir dibin.
Li kêleka Hêzên Rizgariya Efrînê, endamên Xezeba Zeytûnê çalakiyên bi bandor li dijî çeteyan pêk tînin.
Herî dawî Xezeba Zeytûnê ragihand ku, li Efrînê 2 çete hatin kuştin.

 

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê têkildarî çalakiyên li dijî çeteyan daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir..

Xezeba Zeytûnê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku weke bersiva binpêkirin û sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li ser şêniyên herêma Efrînê pêk tînin, şervanên Xezeba Zeytûnê çalakiyan dikin..

Xezeba Zeytûnê ragihand ku roja 10 Nîsanê bargehek çeteyan li bajarê Efrînê li nêzî çarxeriya Newroz hatiye hedefgirtin..

Di encamê de du çete hatin kuştin û yek din jî birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button