HPG: Li Metîna leşkerekî Tirk ê dagirker hat kuştin

Çalakîyên gerîlayan yên di çarçoveya pêngavan de li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.
HPG’ê diyar kir li qada Zendûra ya herêma Metîna di encama çalakiya gerîlayan de leşkerekî Tirk yê dagirker hat kuştin.
HPG’ê da zanîn artêşa Tirk a dagirker li dijî berxwedana gerîla ya li çeperên şer ên herêma Avaşînê encam negirtiye, dîsa sûcê şer kir û gazên kîmyewî bikar anî.

Çalakîyên Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir;

“1’ê Tebaxê li dijî dagikerên li Boxaza Girê Azad a Zendûrayê çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerk hate cezakirin.”

HPG’ê da zanîn êrîş, liv û tevgera hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dike.

HPG’ê diyar kir 1 û 2’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li dijî berxwedana gerîla ya li çeperên şer ên herêma Werxelê ya Avaşînê encam negirtiye û da zanîn dîsa sûcê şer kir û gazên kîmyewî bikar anî.

Her wiha hat diyar kirin 31’ê Tîrmehê û vir ve ji qereqolên li xeta sînor qada Werxelê ya Avaşînê bi dijwarî tê bombebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê diyar kir 1’ê Tebaxê derdora gundê Derarê û Hiror ên bi ser bajarokê Kanî Masî ya Amêdiyê û qadên Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê; 2’yê Tebaxê jî qada Çemço ya herêma Zapê hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button