QSD’ê PDK hişyar kir: Em ê li dijî êrîşên li ser gerîla bêdeng nemînin

Hêzên Sûrîya Demokratîk QSD’ê derbarê êrîşên li ser gerîla û hevlarîya bi dewleta Tirk a dagirker re PDK hişyar kir. Yek ji Fermandarên QSD’ê Mehmûd Berxwedan diyar kir ger PDK êrîşê bibe ser gerîla ewê bêdeng nemînin. Berxwedan bang li PDK’ê kir ku dest ji hevkarîya bi dewleta Tirk re berde.

Yek ji Fermandarên Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) Mehmûd Berwedan derbarê êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkarîya wê ya bi dewleta Tirk re ji ANHA’yê re axivî.

Berxwedan anî ziman şerekî di nava hêzên Kurd de wê bibe sedema karesatê û diyar kir ew naxwazin rewşekî wiha biqewime.

Berxwedana diyar ki wan berê jî hewlesta xwe eşkere kiribû û wiha got,

“Ger hêzên PDK’ê êrîşî gerîla bikin em bêdeng namînin. Divê PDK’ê hêzên xwe neşîne qadên gerîla êriş neke.
Divê PDK’ê nekeve xefka planên dewleta Tirk û nebe hevalbendê dagirkeriya dewleta Tirk. Hevkarîya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re xiyanet e. QSD wê li hember xiyanetê bêdeng nemîne.”

Mehmûd Berxwedan: Armanca me ya sereke rizgarkirina herêmên dagirkirî ne

Fermandar Mehmûd Berxwedan derbarê rola QSD’ê ya di parastina xaka Sûrîyê de jî da zanîn ew rojekê jî nefikirîne ku xaka Sûrîyê parçe bikin.

Berxwedan anî ziman ji dema damezrandina QSD’ê heta niha ew li cem parastina hemû mafên pêkhateyên herêmê ne û got,

“Di encama şer û têkoşîna QSD’ê de ku herêmên di bin dagirkerîya çeteyan de hatin rizgarkirin, hemû pêkhateyên herêmê bi hevre û wekhev dijîn.”

Mehmûd Berxwedan da zanîn armanca wan ya sereke rizgarkirina herêmên di bin dagirkerîya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye û diyar kir ewê ji bo vê yekê xebatê û têkoşîna xwe dewam bikin.

Back to top button