Artêşa Tirk gundên Şera û Til Temir topbaran kirin

Îro careke din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera û Til Temirê topbaran kirin. Di encama topbarana li ser gundên Til Temirê de, dayîkek û kurê xwe birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker di saetên nîvro de car din gundê Dirdara ya Til Temirê topbaran kir.

Hat ragihandin ku di encama topbarana li ser gundewarên navçeya Til Temirê, jina bi navê Eyşe El-Hesen (40) û kurê wê Hisên Salim (4) birîndar bûn.

Hat diyar kirin ku dayîk û zarokê xwe ji ber topbaranê ji gundê xwe derketin, li nêzî hola El-Selam a rojhilatê navçeyê birîndar bûn.

Çeteyên dagirker gundê Şewarxa û kelha Şewarxa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê seatên piştî nîvro gundê Şewarxa û Keleha Şewarxa yên navçeya Şera a Efrînê jî bi topên hawanê topbaran kir.

Duh di saetên derengiya şevê de jî, gundê Meranaz ê navçeya Şêra ya Efrîna dagirkirî hatin topbaran kirin.

Duh nîvro jî dagirkeran êrîşî gundê Hoşeriyê yê Minbicê kir.

Back to top button