Hikumeta Îsraîlê piştî 3 salan cara yekem budçeya salê erê kir

Hikumeta koalîsyonê ya Îsraîlê ya bi serokatiya Serokwezîr Naftali Bennett piştî 3 salan cara yekem bi piraniya dengan butçeya salane qebûl kir.

Hikumeta koalîsyonê ya bi serokatiya Bennett piştî dengdanê budçeya 2021-2022 pejirand.

Di budçeya ku hikumetê pejirandî de, ji bo îsal 187 milyar dolar û ji bo 2022 jî 173 mîlyar dolar tê pêşbînîkirin.

Di budçeya salane ya 2021-2022 de, ji bo Wezareta Tenduristiyê 13,3 û ji bo Wezareta Parastinê jî 19 milyar dolar hat veqetandin.

Serokwezîr Bennett jî piştî erêkirina budçeyê bi daxuyaniyeke nivîskî keyfxweşiya xwe anî ziman.

Ji bo ku budçeya salane bikeve meriyetê, pêwiste di meclisê re derbas bibe.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, tê payîn ku hikumeta Bennett di destpêka Îlonê de butçeya salane ji bo dengdanê radestî Parlamentoyê bike.

Hikumeta koalîsyonê ya bi serokatiya Bennett di 13 Hezîranê de ji Parlamenê dengdana pêbaweriyê stend.

Bi vê yekê re dawî li deshilata serokwezîrê berê Benjamin Netanyahu ya 12 salî hat.

Back to top button