Ermenîstan..Paşînyan bi fermî ji bo serokwezîriyê hat erkdarkirin

Piştî aloziya dawiya Îlona 2020’an derketî li Ermenîstanê hilbijartina pêşwext hate kirin. Nîkol Paşînyan careke din di hilbijartinê de biser ket.
Serokkomarê Ermenîstanê Armen Sarkisyan jî Paşînyan ji nû ve wekî serokwezîr erkdar kir.

Medyaya Ermenistanê ragihand ku Sarkisyan biryarnameya ku dest bi wezîfeya duyem a Paşînyan kirî, îmze kir.

Li gorî raya navneteweyî, piştî ku Ermenîstanê di şerê Qerebaxê de wenda kir, biryara hilbijartina pêşwext li wî welatî hate girtin.

Di hilbijartinan de, Partiya Peymana Sivîl a Paşînyan ji hevrikê xwe yê herî nêzîk pir zêdetir deng stand.

Bi girtina ji sedî 54 ji dengan re, Paşînyan careke din erkê serokwezîrtiya li welat piştrast kir.

Dawiya Îlona 2020’an li herêma Qerebax a Çiyayî di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de, şer derketibû.

Piştî şerê 44 rojan, di 10’ê Mijdarê de, bi navbeynkariya Rûsya agirbest hate ragihandin.

Lê vê yekê nekarî dawî li aloziya li welat bêne.

Back to top button