Îngilistan û DYA ji binavbûna keştiyê Îran tawambar kir

Keştiya petrolê ya Îsraîlê ku li Umanê bû hedefa êrişan careke din rageşîya navbera welatan zêde kiriye.
Piştî Îsraîl, Îngilistanê, DYA jî Îran ji êrişê tewambar kir.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken soza bersivdayînê da û got;
Ew piştrastbûne ku Îran bi 2 dronên ji çekên teqemeniyê barkirî ev êrîş pêk aniye.

Di 30’ê Tîrmehê de li Umanê keştiyek petrolê ya Îsraîlê binav bû.

Di encamê de, 2 karmendê ku ji Îngilistan û Romanya jiyana xwe ji dest dan.

Îsraîl weke her demê yekser Îran ji bûyerê berpirsyar dît.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Yaîr Lapid careke din Tahran ji êrişê berpirsyar dît û ragihand ku wê bi şêwazekî tund bersiva hikumeta Îranê bidin.

Di demeke ku Îranê tewambariyên Îsraîlê red dikir de, Îngilistanê jî diyar kir ku Îran li pişt êrişê ye.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab got,

Brîtanya di nirxandinên xwe yên li ser bûyerê de gihîştiye encamê ku ji bo êrişeke “neqanûnî û tund” îhtîmalek mezin Îran dronek yan jî çend dron bikar aniye.

Piştî Îngilistanê Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken jî bi daxuyaniyekê helwesta welatê xwe anî ziman.

Antony Blinken îdia kir ku di pişt êrişa heyî de Îran heye.

Blinken yê ku neket berfirehiya agahiyên li ser çawaniya êrişê, soza bersivdayînê da.

Wezîrê Karên Derve yê DYA anî ziman ku ji bo êrişê 2 dronên bi teqemeniyê barkirî hatine bikaranîn û ew ji vê yekê piştrast bûne.

Back to top button