Li Wan û Colemêrgê lehî rabû û bi dehan mal û dikan di bin avê de mane

Li bajarên Wan û Colemêrgê ji ber barana zêde lehî rabû. Li navçeya Elbakê ya Wanê bi dehan mal û dikan di bin avê de mane.
Parlamenterên HDP’ê xwestin ku herêmên lehî lê rabûne weke herêmên karesatê bên ragihandin û alîkarî were pêşkêşkirin.
Heyva Sor a Kurdistanê jî bang li Kurd û dostên wan ên li Ewropayê kir ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê bighînin malbatên mexdûr.

Li bajarên Wan û Colemêrgê ji ber barana zêde lehî rabû û bandoreke mezin li şêniyên gund û taxan kiriye.

Li navçeya Elbakê ya Wanê ji nişka ve lehî rabû û esnaf ji dikanên xwe derketin û gelek mal û dikan di bin avê de man.

Hate diyarkirin ku li herêma Avareş a li ser rêya Elbak-Wanê lehî rabûye û ji ber lehiyê rêya Wan-Colemêrgê hate girtin.

Hate diyarkirin ku li Ebex, Seray û Qelqeliyê jî li gelek taxan lehî rabûye.

Di 1’ê tebaxê de li taxa Xaşkanê ya Elbakê lehî rabûbû, gel ji bo ku xwe biparêze çûbû cihên bilind.

Di 31’ê tîrmehê de jî li Xaşkanê ji ber lehiyê gelek xanî û axur hilweşiyabûn, wesayît ber avê ketibûn û xisareke giran a maddî çêbûbû.

Parlamenterên HDP’ê: Divê herêmên lehî lê rabûn weke herêmên karesatê bên ragihandin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê têkildarî lehiya li gundê Xaşkan a girêdayî navçeya Elbakê rabûbû, li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî, Muazzez Orhan û Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan beşdarî civînê bûn.

Mûazzez Orhan di civînê de axivî û xwest herêmên lehî lê rabûn weke herêmên karesatê bên ragihandin.

Piştre parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî jî axivî û diyar kir ku li pişt hemû karesatên rû didin krîza avhewayê heye.

Temellî got ku ew hem bi karesatên siyasî û hem jî bi karesatên xwezayî re mijûl dibin û bang kir ku ekîbên tenduristiyê bi lezgînî alîkariyê pêşkêşî welatiyan bikin.

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên gundê Xaşûkayê banga alîkariyê kir

Li aliyeke din jî, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lêhiya 31’ê tîrmehê ya li gundê Xaşûka ya Elbaka Wanê banga alîkariyê kir.

Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gundê Xaşkanê 31’ê tîrmehê lehî rabû û herêm ziyaneke mezin dît û gundî ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.

Heyva Sor a Kurdistanê got ku wan ji kêliya pêşî ya lehîyê ketin nava tevgerê û ji bo mexdurên lehîyê alîkariya madî berhev dikin.

Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdên li Ewropayê û dostên wan kir ku destekê bidin û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bighînin malbatên mexdûr.

Back to top button