PYNK’ê bang li PDK’ê kir ku çarenûsa koma gerlîa ku rastî êrîşî hat, eşkere bike

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd-PYNK’ê derbarê êrîşa PDK’ê ya li ser koma gerîlayan de ji PDK’ê xwest ku derbarê êrîşa ku 26’ê Tîrmehê li dijî gerîla pêk hat, daxuyanîyê bide û çarenûsa gerîlayan eşkere bike.

Di 26’ê Tîrmeha borî de, Navenda Ragihandin û çapameniya HPG’ê raghihand ku pêşmergeyên PDK’ê li qada Xelîfanê êrîşê komek gerîla kir.

Li gor agahiyên ku ji şêniyên herêmê wergirtibûn, pêşmergeyên PDK`ê koma gêrîlayan xistine dorpêçê û paşê êrîşî wan kirine. Di encama êrîşa PDK’ê de gerîla şehîd ketine.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û xwest çarenûsa koma gerîla ku rastî êrîşî hatî bê zelalkirin.

PYNK`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di demekê de ku metirsiyên gelê Kurd derbarê êrişên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojava de zêde dibin, PDK’ê êrîşî komeke gerîla li Xelîfanê dike û heta niha jî çarenûsa fermandarê wê qadê Serwer Serhed û 2 hevalên wî yên rastî êrişê hatine, ne diyar e.

PYNK`ê bang li rayedarên hêzên pêşmerge û rayedarên PDK`ê kir ku çarenûsa fermandar Serwer Serhed û her du hevalên wî eşkere bike û destnîşan kir ku berpirsiyariya exlaqî, neteweyî û mirovî di rewşên wiha de de ferz dike ku çarenûsa koma ku rastî êrişî hatî û detayên bûyerê û encamên wê bên eşkerekirin.

PYNK`ê bi bîr xist ku HPG`ê gelek caran diyar kiribû ku ew van hewldanan red dike û Mesûd Barzanî jî daxuyandibû ku ew ê rê nede şerê birakujiyê û ji PDK’ê xwest helwesteke bi wî rengî nîşan bide.

Back to top button