Ji bo komkujiya Şengalê weke jenosîd were naskirin kampanya haştagê hate destpêkirin

Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û ji bo komkujî wekek jenosîd were naskirin li ser malperên civakî kampanya haştagê hate destpêkirin.

Ji bo ku qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî ya Şengalê pêk anîbû, weke jenosîd were naskirin, Meclisa Medya Sanal a Kurdistanê duh êvarê di saet 20:00’an de kampanyaya haştagê ragihand.

Meclisê bang li saziyên civaka sivîl û tevahî rêxistinên mirovî kir ku beşdarî kampanyayê bibin.

Kampanyaya haştagê bi navê #RecognizeYazidiGenocide destpêkir. Diruşma kampanyayê “Qirkirina ku li dijî êzidiyan hatî kirin, nas bikin”, “Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin” e

Meclisa Medya Sanal a Kurdistanê bang li her kesî kir ku beşdarî kampanyayê bibin û dengê xelkê Şengalê bighînin raya giştî. Piştî ragihandina kampanyayê eleqeyek mezin ji bo kampanya hate dayîn û bi sedhezaran kes tevlî kampanyayê bûn.

Back to top button