Berdevkê YPG bidawîkirina dewreya 40`î ya Erka Xweparastinê û Hêzên Komandos pîroz kir

Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd bidawîkirina dewreya 40’î ya Erka Xweparastinê û Hêzên Komandos li navçeya Mêlebiye ya bajarê Hesekê piştî 45 rojan pîroz kir.

Merasîmê dewreyê bi beşdarbûna Nûnerên Rêveberiya Xweser, Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê, bi dehan şêx û rûspiyên eşîran, fermandarên QSD’ê û malbatên şervanan destpêkir.

Dewreya ku navê şehîd Şervan rakirbû tê de 800 şervanan bi zimanê kurdî û erebî sond xwar.

Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd bidawîkirina dewreyê li hêzên leşkerî pîroz kir û da zanîn ku ji beriya 6 salan ve gelê herêmê li ser bingeha parastina rewa tev digerin.

Her wiha Nûrî Mehmûd da diyar kirin ku tiştê ew niha dikin pêkanîna armancên hemû pêkhateyên gel e.

Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku her şervanekî ev dewre bi dawî kir berpirsê parastina welat e.

Piştî axaftinê şervanan li pêşberî beşdaran hunerên şer pêşkêş kirin.

Back to top button