Deraa..her du alî ji ber hin sedeman negihaştin ti lihevkirinê

​​​​​​​Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR’ê ragihand ku guftûgoyên li Der’ayê ji ber nelehevkirina hikûmeta Şamê û Komîteyên Navendî hatin bipaşxistin.

Li gor Çavdêriyê, şandeya Şamê xwestiye ala Sûriyê ya fermî li jor mizgefta El-Umerî hilde û Der’ayê bi temamî kontrol bike, her wiha kes anjî aliyên li dijî dewletê sirgûn bikin yan jî bide radestkirin.

Komîteya Navendî ya li Horanê jî ji aliyê xwe ve sepandina leşkeriya neçarî li ser ciwanên Der’ayî red dike û dixwazin leşkeriya wan tenê di tûgaya 8’an de be.

Her du alî ji ber van sedeman negihaştin ti şêweyê lihevkirinê û guftûgo ji bo îro hatin bipaşxistin.

Çavdêriyê got ku piştî derketina şandeyê, gule bi çekên giran û sivik bi ser şêniyan de hatin barandin û Wezîrê Parastina Sûrî gefa rûxandina Der’ayê xwariye.

Back to top button