Nadine Maenza: Dem hatiye ku civaka navdewletî Tirkiyê rawestîne

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navdewletî ya Amerîkayê (USCIRF) Nadine Maenza, bang li civaka navdewletî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê raweste.

Nadine Maenza der barê biryara Wezareta Xezîneya Amerîkî de ya cezabirîna li kesayet û saziyên girêdayî hikûmta Şamê û komên bi ser Tirkiyê ve got:

“Em weke Komîserî, biryaran erênî dibînin, ji ber ku gaveke ber bi naskirina binpêkirin û sêcên li dij sivîlan e û divê civaka navdewletî li dijî sûckeran rawerste”.

Nadine Maenza der barê banga Aldar Xelîl de ya çûyîna şandeyeke serbixwe ji bo Efrînê anî ziman ku girîng e rêxistinên serbixwe bikarin serdana Efrîn û herêmên din êrn dagirkirî bikin û rastiyan belge bikin.

Back to top button